Dewleta Tirk li Til Rifetê karkerek qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Til Rifetê ya kantona Efrîn-Şehbayê êriş bir ser mirovên li nava zeviyê gundekî dixebitîn û di encamê de karkerek qetil kir.
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Til Rifetê ya kantona Efrîn-Şehbayê êriş bir ser mirovên li nava zeviyê gundekî dixebitîn û di encamê de karkerek qetil kir.
Li gorî agahiyan, di 24'ê Adarê de li gundê Bêlûniyê yê navçeya Til Rifetê ya Kantona Efrîn-Şehbayê, artêşa Tirk êriş bir ser karkerên li nava zeviyan dixebitîn.
Di encama êrişê de Reşîd Hemo Ebdulhenan ê 36 salî bi giranî birîndar bû û li Nexweşxaneya Avrînê jiyana xwe ji dest da.