‘Dewleta Tirk li Efrînê sûcê şer didomîne’

Parêzer Mihemed Xelîl got dewleta Tirk li Efrînê sûcê şer didomîne, wan sûcê şer bi belge kirine û gihandine saziyên navnetewî.

Dewlet Tirk û çeteyên wê li Efrînê her roj careke dî sûcê şer û sûcê dijî mirovahiyê dike. Li Efrînê dewleta Tirk û çeteyên wê her roj li talana gel didin, diziye dikin, mirovan direvînin. Heta niha bi sedan kes kuştine.

Hevserokê Mafê Mirovan a Efrînê parêzer Mihemmed Xelîl ku piştî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê, bi gelê Efrînê re neçar ma ku derkeve û li herêma Şêrewa hêsîr ketî destê çeteyên dewleta Tirk dagirkeriya dewleta Tirk û serboriya xwe ya dema hêsîrtiyê ji ANF’ê re got. Xelîl got dema şerê navxwe li Sûriyê dest pê kir Efrînê malxweyîtî ji hemû penaberên Sûriyê re kiriye û got welatiyan ji bo ku parastina xaka xwe bikin mafê xwe bi kar anîne.

GELÊ SÛRIYÊ DEMA ŞER NEHATE PARASTIN

Xelîl got dema ku şer dest pê kirî li Sûriyê gelek mafên mirovan hatine binpêkirin, dewletê li bara êrîşan berevanî li gel nekiriye. Xelîl got gelê Efrînê ji bo parastina xaka xwe bike ji hêla leşkerî û siyasî ve rêxistİniya xwe kiriye û got, ‘’Efrîn, dema li Sûriyê tevlîhevî çêbû ji gelek penaberên Sûriyê re malxweyîtî kiriye. Gelek penaberan xwe li Efrînê girtine..

Em jî komeleya mafê miroan ji bo ku rewşê bişopînin hatin herêmê. Li herêma Efrînê bi salan e ku me rewşa penaberên Sûriyê yên li Efrînê dişopand. Dema gef li Efrînê dihatin xwarin, me komeleyê, ji bo ku ev nebe êrîşa dagirkeriyê me hewl da. Lê rejîma Sûriyê jî di nav de hemû dewletên navnetewî destûr dan ku Tirkiye vê êrîşê bi ser Efrînê de bibe.’’

SÛCÊ MIROVAHIYÊ HATE BELGEKIRIN

Xelîl got bi desteka hin dewletên li Sûriyê Efrîn hatiye dagirkirin û dema dagirkeriyê sûcên mirovahiyê wiha vegot: ‘’Li vê herêmê gelek mafên mirovan hatin binpêkirin, gelek sûcê şer hatin kirin. Dewleta Tirk ev kir. Di van êrîşan de tim cihên sivîl bûne hedef. Navendên ava vexwarinê û navendên elektrîkê bûne hedef. Cihên gel hatin talan kirin. Fikra selefî li herêmê ferz kirin. Sivîl hatin kuştin. Êrîş birin ser nexweşxaneya Avrînê. Her wiha gaza klorê avêtin cihên sivîl. Ev hemû li gorî peymana Cinêvê sûcê şer in.’’

Xelîl got komeleya wan a mafê mirovan ji bo tespîta sûcê şer 7 komîte ava kirine, rapor û belgeyên derbarê sûcê şer ji bo saziyên mafê mirovan ên navnetewî û Dadgeha Mafê Mirovan hazir kirine. Xelîl got wan rapor û belge dane saziyên têkildar. Xelîl got nêzî 1 milyon mirov ji ber ku ewlehiya jiyanê nebû ji Efrînê koçî Şehba û Şêrewayê kirine.

’14 ROJAN EM LI BIN ERDÊ DI GIRTÎGEHEKÊ DE MAN’

Xelîl got parêzvanê mafê mirovan û aktîvîst neçar mane ku biçin Şêrewa û got, ‘’Me bîr nedibir ku dewleta Tirk were û Şêrewa dagir bike. Êrîş anîn ser me û ez birîndar bûm. Ez birim Idlibê. Li nexweşxaneya bin erdê ez emeliyat kirim. Piştre ez birim girtîgehê. Girtîgeh jî li bin erdê bû. 14 rojan ez li wir hiştim, piştre çavê min girêdayî ez birim lêpirsînê.

Di lêpirsînê de gotin min tu parêzer î, di komisyona lêpirsînê ya asayişe de yî, heveserokê komeleya mafê mirovan a Efrînê yî û vê pêvajoyê dijî dewleta Tirk te gelek röportaj kirine. Her wiha gotin di hevpeyvînekê de, ya bi rojnameya Misrê Caryusif re, min gotiye, Tirkiye dagirker e.

2018’AN NÊZÎ 20 AKTÎVÎST Û NÛÇEGIHAN HATIN KUŞTIN

Parêzer Xelîl got piştî lêpirsînê dîsa ew birine girtîgehê, tim dengê qêrîna mirovên di êşkenceyê de dibihîst. Xelîl diyar kir bi êşkenceyê li mirovan ferz dikirin ku li ser hevalên xwe bidin û domand, ‘’Her tişt qedexe bûn. Tim gef li me dixwarin. Digotin, ‘hûn alîgirê rejîma Sûriyê ne. Hûn li dijî şoreşa Sûriyê ne.’’ Me jî got em parçeyek ji Sûriyê ne, li dijî êrîşan rêxistiniya me rêxistiniya xwe kiriye û herêma xwe parastiye. Ez du mehan li girtîgehê mam. Vê pêvajoyê me gelek zehmetî dîtin. Her roj gef li me dixwarin û digotin em ê we bidin Tirkiyê.’'

Xelîl her wiha got nûçegihanên ku rastî derxistin holê û aktîvîst tim dikirin hedef, 2018’an nêzî 20 aktîvîstê mafê mirovan û nûçegihan hatine kuştin. Xelîl bi berdewamî got piştî êşkenceya li girtîgehê ew li deverekê berdan û li Şêrewayê sivîlekî ew xilas kiriye.

GELÊ EFRÎNÊ YEK E Û RÊXISTINÎ YE

Xelîl got li gel hesinê di paqa wî de 4 km bi zorê meşiyaye û domand, ‘’Gelê me yê ku heta niha bi êrîşan re hevrû dibû û koçber dibû, cara pêşî bû xwedî pergal xwe û rêbertiya xwe. Li gel hemû dijwarî, hejarî û êrîşan jî gelê me hê jî yek e. Hê jî bi hezarn mirov ji bo mafê xwe çalakiyan dikin.

Ji ber ku ev gel bi hêza xwe, azadiya xwe û rêberê xwe bawer e, bi hedefa azadkirina Efrînê bawer e. Em parçeyek ji Sûriyê ne û me yekîtiya Sûriyê û  Bakurê Sûriyê parastiye. Lê mafên me yên siyasî, çandî û civakî hene. Gel xwedî wî mafî ye ku bibe xwedî vîna siyasî. Û bi vê vîna siyasî, li gel hemû gelên Sûriyê, divê kongreya netewî ya Sûriyê pêk were û kaos ne bi leşkerî bi rêya siyasî çareser bibe.’’