Dewleta Tirk li Dêrazorê hate şermezarkirin

Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û komkujiyên wê li Dêrazorê bi meşekê hate şermezarkirin.

Meş ji hêla Meclîsa Ciwanan  a Dêrazorê û Meclîsa Dêrazorê ya Partiya Dahatuyê ya Sûriyê ve hate organîzekirin.

Bi sedan li Xaçeêka Şehîdan a bajaroka El Sewayê kom bûn û dest bi meşê kirin.

Piştre li ber Meclîsa Ciwanan li ser navê girseyê daxuyaniya çapemeniyê hate dayin.

Li ser navê Meclîsa Ciwanan a Dêrazorê Rehef El Şelaf daxuyanî da, êrîşên dewleta Tirk ên li sre Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin gelên herêmê li dijî êrîşên dagirker û komkujiyên dewleta Tirk bêdeng nemîne, li gel êrîşan jî heta dawiyê wê xaka xwe biparêzin.