Dewleta Tirk li Şerayê kesek revand

Çeteyên Sûltan Mûrad ên girêdayî dewleta Tirk, li Şerayê kesek revand.

Hat zanîn ku çeteyên Sûltan Mûrad ên girêdayî dewleta Tirk, di roja 18’ê Gulanê de li gundê Îkidam a girêdayî navçeya Şerayê ya Efrînê, kesekê bi navê Selah Reşo revandiye.

Li gorî agahiyên hatî bidestxistin, Selah Reşo ê ji ber êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê koç kiribû, li ser soz û garantiyên derewîn ên dewleta Tirk û çeteyên wê bi malbata xwe re ber bi gund ve çûye lê di ketina gund de ji aliyê çeteyan ve hat revandin.

Gelek ENKS’yiyên ku çavên xwe li sûc û êşkenceyên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê digirin, hewl didin gelê ku ji cihê xwe hatî derxistin razî bikin ku vegerin Efrîna dagirkirî.