'Dewleta Tirk hewl dide herêmên dagirkirî tevlî nav axa xwe bike'

Komîteya Koçberan a Serêkaniyê diyar kir ku dewleta Tirk bi projeya malên mêtingeriyê dixwaze herêmên ku dagir kiriye tevlî nav axa Tirkiyeyê bike.

Ji bo şermezarkirina siyasetên guhertina demografiyê ku dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî pêk tîne, îro Komîteya Koçberên Serêkaniyê daxuyaniyek da. Komîteyê muzakereyeke fermî radestî Komîseriya NY’yê ya Penaberan a li Qamişlo kir.

Endamên Komîteya Koçberên Serêkaniyê Reyan Exte, Rîhan Xelîl û Lîlav Şêxmûs daxuyanî dan.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di 3’yê Gulanê de ragihand ku welatê wî amade ye projeya avahiyên mêtîngeriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ango li bajarên Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablus, Girê Spî û Serêkaniyê ava bike û milyonek penaberên Sûriyeyê wê li wan herêman bi cih bike.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a NY’yê ya Penaberan a li Qamişloyê hat xwendin. Di daxuyaniyê de komîteyê got: “Bêdengiya civata navneteweyî li hember avakirina avahiyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî, îsbat dike ku ew ji erkên xwe yên qanûnî û mirovî xwe dide alî.”

Komîteyê diyar kir ku ji dema AKP  hatiye ser desthilata Tirkiyê di dawiya 2002’yan de, hewl da sûdê ji guhertinên li Rojhilata Navîn bigire û wiha domand: “Ji ber wê destek da komên Îxwanan yên tundraw û rêxistinên terorîst û çarçoveyeke siyasî, lojistîk û leşkerî ji wan re peyda kir. Her wiha dest li kar û barên herêmên din werda, da ku axa dewletên cîran dagir bike û tev li axa xwe bike. Ligel wê li hin dewletên herêmê baregehên leşkerî ava kir.”     

Komîteyê bal kişand ser amadekariyên Tirkiyê yên pêkanîna projeyên avahiyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: “Ev planên ku piştî dagirkirina rûbera 9 hezar km ji xaka Sûriyê, li pêş çavên cîhanê pêk tên.”

TIRKIYE DIXWAZA QADÊN DAGIRKIRÎ TEVLÎ NAV AXA XWE BIKE

Der barê armancên projeya avahiyên mêtîngeriyê de komîteyê destnîşan kir ku dewleta Tirk ji vê yekê armanc dike, cografiya Sûriyê ya dagirkirî tev li Tirkiyê bike, dîrok û demografiya wê biguherîne û di pêşerojê de wan herêman ji danûstandinên têkildarî dosyaya Sûriyê dûr bixe.

Her wiha komîteyê siyasetên guhertina demografiyê şermezar kirin û bi gaveke bi talûke , polîtîzekirina doza penaberan û bikaranîna wan ji bo bidestxistina destkeftiyên siyasî û rewakirina dagirkeriyê li wan herêman hesiband.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî, Amerîka, Rûsya û rêxistinên navneteweyî kir ku demildest destwerdanê bikin û van projeyên mêtîngeriyê rawestînin. Komîteyê diyar kir ev gav dagirkerî û mêtîngeriyê mayînde dikin, aştiyê têk dibin, koka şêniyên resen diqelîne, rê li pêşiya vegera wan digire û zemînê şerên navxweyî li herêmê di pêşerojê de amade dike.