Dewleta Tirk gundên Eyn Îsa û Girê Spî bombe dike
Dewleta Tirk a dagirker gundên Eyn Îsa û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe dike.
Dewleta Tirk a dagirker gundên Eyn Îsa û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe dike.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, dewleta Tirk a dagirker ji saet 16:30’an ve gundewarên Eyn Îsa û Girê Spî bombe dike.
Hate ragihandin ku di êrîşê de gundên Bîr Kino û Huriyê yên rojavayê kantona Girê Spî, gundên Elîmat, Mestûra, Hoşan, Xalidiyê û Mieleq û Rêya M4 bi obus û hawanan tê hedef girtin.