Dewleta Tirk êrîşî deverên pîroz dike

Dewleta Tirk a dagirker ku tevî çeteyên xwe di 9'ê Cotmehê de êrîşî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî Serêkaniyê kirin, gelek deverên baweriyan kirin hedef.

Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava didomin. Qadên pîroz ên sivîlan û warên wan tên bombekirin. Di dema êrîşên dagirkirina Efrînê de hatibû dîtin ku dewleta Tirk êrîşî qadên pîroz dike. Niha jî navendên baweriyan ên li Dirbesiyê bûn hedefa êrîşan. Dêra Asûrî ku weke dêra kevn tê pênasekirin û Mizgefta Dirbesiyê ya Mezin jî di nav de warê sivîlan tên bombekirin.

Yûsif Xelîl Silêman tevî ku topa hawanê li mala wî ket mala xwe neterikandiye. Yûsif Xelîl Silêman got, "Armanca bingehîn a vê êrîşê ew e ku em xaka xwe biterikînin. Vê êvarê saet 10'an topên hawanê li mala min ket ku me bi zor û zehmetiyan ji xwe re ava kiribûn. Armanca bingehîn a dewleta Tirk ew e ku gel ji herêmê derxîne. Bi van êrîşan wê nikaribin me ji xaka me derxînin. Eger mirinek hebe wê li ser xaka me be."