Dewleta Tirk êrîş bir ser 3 gundên Eyn Îsayê

Dewleta Tirk a dagiker, gundên Cehbel, Fatsê Sikêro yên li rojhilatê Eyn Îsayê dikevin, bombebaran kirin. QSD‘ê bersiva êrîşan da û baregehên dagirkeran ên li Kiromazat, Hemam Tirkmen û Şergirakê ji xwe re kirin armanc.

Bi saeta herêmî nêzîkê saet 5 û nîvê êvarê,  dewleta Tirk a gundê Milek ê Eyn Îsayê bombebaran kir, îcar berê xwe da gundên li rojhilatê bajêr.

Dewleta dagirker, bi artêşa xwe ya ji DAIŞ, El Nûsrayê û çeteyên mîna wan berhev kiriye gundên Cehbel, Fatsê û Sikêro yên rojhilatê navçeyê bombebaran dike.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di çarçoveya parastina rewa de bersiv da êrîşan. QSD’ê baregehên dagirkeran ên li gundên Kiromazat, Hemam Tirkmen û Şergirakê ji xwe re kirin armanc.