'Dewleta Tirk dixwaze bi rêya tecrîdê gelê Kurd biêşîne'

Endamê Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Haşim Hiso diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze gelê Kurd biêşîne.

Endamê Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Haşim Hiso li ser tecrîda li Îmraliyê ji ANF'ê re axivî.

Haşim Hiso got, "Zindana Îmraliyê cihekî dûr û ji her tiştî qut e û gelek êş û azarên wê hene. Lê belê Rêber Ocalan bûn 23 sal di zîndana Îmraliyê de li ber xwe dide û li gor şert û merc û zagonên navneteweyî ên girtiyan Rêber Ocalan ji hemû mafên xwe bêpar e. Li ser Rêber Ocalan tecrîd ferz kirine. Sedema tecrîdê jî ji ber dizanin ku nêrîn û nirxandinên Rêber Ocalan ji bo gel giring in, ji wê boneyê dixwaze gel û rêber Ocalan ji hev qut bike. Ji ber difikire ku dema zext li Rêber Ocalan bê kirin wê gel zeîf bikeve da ku gelê Kurd biçewisînin. Lê gelê Kurd li pey rêberê xwe ye û nêrînên Rêber Ocelan di jiyana xwe de pêk tîne. Lewma, dewleta Tirk dixwaze bi rêya zexta li ser Rêber Ocalan gelê Kurd biêşîne. Ji ber ku dewleta Tirk Kurdên li pey mafên xwe naxwaze."

Hiso diyar kir ku li gorî zagonên navneteweyî gelek mafên girtiyên siyasî hene, dinya alem pê dizane û wiha dewam kir, "Lê belê ji ber ku dewleta Tirk endamê NATO’yê ye, hemû zagonên navneteweyî binpê dike û gelek kes di zindanên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest didin. Divê Yekîtiya Ewropayê tim serdana zindanan bike da haya mirov ji girtiyan hebe û girtî bikarin mafên xwe bi kar bînin. Dewleta Tirk dixwaze Kurdan jî wek gelên din biqedîne. Lê Kurd bi salan e li ber xwe didin û rolê jinan di vê berxwedanê de girîng e.

Mafek ji mafên ji Rêbertiyê ye ku saziyên eleqedar serdana Zindana Îmraliyê bikin û ji kêmasiyên ku tên kirin haydar bibin. Her wiha mafê Rêber Ocalan e ku fikir û ramanên xwe derbixe derveyî zindanê lê dewleta Tirk nahêle. 

Dewleta Tirk hemû bûyeran bi zanebûn dike. Ji bo wê jî dîroka dadgeha Rêber Ocalan xist roja qetilkirina Şêx Seîd da ku ji gelê Kurd re bibêje ku me berê jî gelek serokên Kurdan ên ku ji bo mafên Kurdan serî rakirinê dane kuştin. Bi sedan ciwanên Kurd qetil kirine. Dewleta Tirk dewleteke hov e, komploya li ser Rêber Ocalan komploya cara yekem bû ku ewqas dewlet bi hev re dikin. Ji ber ku nêrînên Rêber Ocalan li pêş bûn û ji bo xilaskirina gelan bûn. Ji wê boneyê ye ku îro Rêber Ocalan bûye keleha berxwedanê."