Dewleta Tirk di nava 11 rojan de 32 kes li Efrînê revand

Dewleta Tirk a dagirker ji 20'ê Tebaxê û vir ve herî kêm 32 kes li Efrîn a dagirkirî revand. Her wiha 300 darên zeytûnê birî, 400 darên zeytûnê jî desteser kir.

Ji Adara 2018'an dema dagirkirinê û vir ve li Efrînê dewleta Tirk sûcên şer dike. Li herêmên dagirkirî revandina mirovan, êşkence, talan, desteserkirin bûne sûcên rojane.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, li Efrîn û navçeyên wê ji 20'ê Tebaxê û vir ve herî kêm 32 kes hatin revandin. Bûyerên revandinê li navçeyên Cindirêsê, Şiyê, Raco, Şêra, Şêrawa û Bilbilê qewimîn.

Li gundê Elijaro ya Racoyê 300 darên zeytûnê yên Farûk Ose hatin birîn. Li gundê Keferomê jî 400 darên zeytûnê yên Ehmed Misto hatin desteserkirin.