Dewleta Tirk bombe li gundê Metîna yê Şera barand

Artêşa Tirk a dagirker bombe stasyona paqijkirina avê ya li gundê Metîna yê navçeya Şerayê barand.

Artêşa Tirk a dagirker bombe stasyona paqijkirina avê ya li gundê Metîna yê navçeya Şerayê barand.

Li ser encamên vê êrîşa dawî ya artêşa Tirk agahî bi dest neket.

Demeke kin beriya vê êrîşê, artêşa Tirk û çeteyên wê obus û hawan avêt gelek gundên Cindirêsê.

Bomberdûman li gundên Kefer Sefrê û Baflûrê û Şehîdgeha Şehîd Seydo hate kirin.

Ji destpêka êrîşên dagirkeriyê û vir ve herî kêm 148 sivîl ji ber êrîşên dewleta Tirk şehîd bûne, 365 sivîl jî birîndar bûne.