Dewleta Tirk bombe avêt maleke li Til Rifetê
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a biçek bombe li maleke li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê barand.
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a biçek bombe li maleke li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê barand.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, balafireke bêmirov a biçek a artêşa Tirk a dagirker, bombe li maleke li navçeya Til Rifatê ya Şehbayê barand.
Hate ragihandin ku li kêleka mala êriş lê hate kirin, cihekî lîstikê yê zarokan heye. Lewma kêm mabû ku komkujiyek bê kirin.
Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku ji ber bombardûmanê tiştek bi kesî nehatiye.