Dewleta Tirk bi dagirkeriyê tevî xwe dike

Endama rêveberiya Kongreya Star Hediye Ûsiv bal kişand ser dîwarê li Efrînê tê lêkirin û got, dewleta Tirk dixwaze Efrînê ji herêmê qut bike, tevlî xaka xwe bike û hebûna xwe lê rewa bike.

Ji Kongra Starê Hediya Ûsiv got NATO û Yekîtiya Ewropayê (YE) serê xwe li ber gef û şantajên dewleta Tirk tewandine, çavê xwe lê girtin ku hemû normên gerdûnî û mirovî binpê bike û dewleta Tirk a ku ji vê wêrek bûyî bi terorê dagirkeriya xwe didomîne.

'DIXWAZIN KU EFRÎNÊ TEVÎ XWE BIKIN'

Ûsiv li ser dagirkerina Efrînê bal kişande ser hevkariya Rûsya û Tirkiyê û vê hevkariyê bandora xwe li ser Sûriyê kiriye, Efrîn ji bo ku hêzên Sûriyê zêde bi pêş ve neçin bi hevkariya Rûsya û Tirkiyê hatiye dagirkirin. Ûsiv diyar kir gelê Efrînê bi zorê ji ser xaka xwe hatiye derxistin, ev 14 meh in Efrîn dagir kiriye û dewleta Tirk polîtîkaya bi demografiyê dilîze, polîtîkaya Tirkkirinê dike.

Ûsiv diyar kir dewleta Tirk bi Tirkmenên ku ji deverên din tîne û bi mirovên din, bi avakirina nasnameeya Tirk dixwaze hebûna xwe wiha rewa bike û got, ''Li ser sînorê Efrînê avakirina dîwêr jî têkilî vê polîtîkayê ye. Bi vî rengî tê xwestin ku Efrîn ji herêmê, a rast ji tevahiya Sûriyê were  qutkirin. Tê xwestin ku Efrînê tevî xwe bikin. Bi vî rengî wê hebûna xwe rewa bikin û her wiha dahatuyê, dema ku di navbeyna netewayan de li Rojhilata Navîn peyman hatin danîn bi destekî xurt li ser masê wê rûne.''

DEWLETA TIRK GEFÊ LI NATO Û YE'YÊ DIXWE, JI BO VÊ BÊDENG IN

Li ser bêdengiya hêzên navnetewî Ûsiv got, ''Tirkiye bi gelek rêbazên gefxwarinê NATO û YE'yê bêdeng dike. Pisgirêka penaberan, baregehên NATO'yê yên li ser xaka xwe, her wiha pozîsyona xwe ya siyasî, aborî, dîplomatîk mîna amûreke gefê bi kar tîne. Li gel ku ji çeteyên ji 2014'an ve li ser xaka xwe xwedî dike li Sûriyê dide şerkirin jî. Bi vê tora terorê jî gefê dixwe. Ji ber vê li bara hemû kirinên Tirkiyê bêdengî heye.'' 

Ûsiv her wiha bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rojiya mirinê, destwerdana AKP'ê ya li hilbijartinên xwecih û got, heman hêz dîsa jî bêdeng in.

Ûsiv diyar kir Tirkiye ji krîzên di navbeyna Rûsya û Emerîka, Îan û Rûsya û Rûsya û Israîlê de sûd werdigire, bi dagirkirina Cerablûs, Ezaz, Idlibê, li Efrînê ku bi dagirkeriyê lê bi cih bûye dîwaran lêdike.

Ûsiv got, ''Ji kaosa heyî wê sûd werbigire û hebûna xwe rewa bike û piştre jî vê bidomîne. Siyaseta dewleta Tirk ev e.''

'RÛSYA Û REJÎM XWE BÊDENG DIKIN'

Ûsiv got Tirkiye li ber çavê cîhanê sînorên dewletekê binpê dike, parçe dike û ji bo vê rewşê rewa bike tim gefê li ser herêmê dixwe, her demê gefê dixwe ku êrîşê bibe ser Til Rifat, Şehba û herêmên din.

Ûsiv got Rûsya, Îran û rejîma Sûriyê li bara hemû kirinên dewleta Tirk bêdeng ma, dewleta Tirk dema ku dîwar lêdikir şandeyên Rûs diçûn û dihatin Efrînê, her roj bi helîkoptêran, bi kontrola wan û b ewlehiya wan şandeyên Rûs li Efrînê civîn datanîn û hev didîtin.

Ûsiv bi domdarî got, ''Ev pir zelal e; Rûsya û rejîma Sûriyê hay ji van hemû tiştên ku dibin hene lê xwe bêdeng dikin. Raya giştî ya navetewî jî, divê li vê bêdengiyê bifikire û bifikire bê ka ev bêdengî di ber çi de ye.''

GELÊN SÛRIYÊ DIBÎNIN KU BERXWEDANA GELÊ EFRÎNÊ HEQ E

Ji rêveberiya Kongra Star Hediya Ûsiv got gel li dijî bêdengiya navnetewî helwest û berxwedaneke milîtanî daniye holê, gel ti caran wê rewşê qebûl nake û got, ''Ji ber helwesta gelê me ya li dijî hemû kirinên dewlet Tirk van çend rojên dawî Rûsya ji dewleta Tirk re dibêje, ''te negote min ez dîwêr lêdikim''. Li ser navê Rûsyayê, rayedarên Rûs û Serokê Rûsya dibêjin, hevkariya ku bi Tirkiyê re kirine bi wê çarçoweyê bûn ku ev qd ji rejîma Sûriyê re werin hiştin û divê dewleta Tirk li van qadan desthilata xwe ava neke. Dîsa berdevkê NY'yê yê Sûriyê  Beşar Caferî got, ''Dagirkeriya dewleta Tirk sê  caran li dagirkeriya Israîlê ye. Xaka me ya ku ji hêla dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, sê caran li wan xakên me ye ku Israîlê dagir kiriye. Tirkiye çar caran bêhtir li Israîlê dijminatiy agelên Sûriyê dike. Tirkiye kana terorê ye.'' Ji ber ku gelên Sûriyê jî vê qebûl nakin. Gelê Sûriyê vê bi çavê xwe dibînin. Dibêjine wan, ''Tu tim behsa yekbûna xaka Sûriyê dikî, lê li ber çavê te dîwar têne lêkirin, Sûriye parçe dibe, naxwe berxwedana gelê  Efrînê rast e. Naxwe ew in yên ku yekbûna xakê diparêzin, ên ku ji bo hemû Sûriyê dixebitin.''

'DIVÊ TIRKIYE JI CIHÊN KU DAGIR KIRIYE WERE DERXISTIN'

Ûsiv herî dawî got Rûsya li gel hevalbendê xwe rejîma Sûriyê li dijî van tiştên ku dibin ji bo formateke nû bidin hin daxuyaniyan didin lê di pratîkê de tiştek tine, heke bi rastî jî rejîma Sûriyê îdîya dike ku ew hikûmeteke wiha ye ku xwedî biryara siyasî ye naxwe divê berbiçav helwestê diyar bike û were ji gelê Efrînê re bibêje, ''Werin em bi hev re dawî li vê dagirkeriyê bînin.''

Ûsiv her wiha got divê raya giştî ya herêmê, raya giştî ya navnetewî li bara vê pirsgirêkê bibin xwedî helwesteke rasteqîn û Tirkiye ji deverên ku dagir kiriye were derxistin.