Dewleta Tirk a dagirker leşkerên xwe yên li Idlibê zêde kir

Artêşa Tirk a dagirker hejmara leşkerên xwe yên dagirker ên li qadeke li başûrê Idlibê ya li ser rêya M-4 zêde kir.

Dewleta Tirk a dagirker leşkerên xwe li ser rêgeha Heleb-Lazkiye ya rêya M-4 bi cih kir.

Hate ragihandin ku leşkerên Tirk hemû rêyên navberê yên ber bi rêya bejahî ya M-4 birîne. Di heman demê de balafirên keşfê yên delweta Tirk jî li ser herêmê difirin.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku dewleta Tirk ya wê bi tenê yan jî bi hêzên Rûs re li dewriyeyê bigere.

Di dema veguhastina leşkerî de li herêma Kefer Betîh a Idlibê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Enqereyê de şer qewimî. Di şer de ji hêzên hikumeta Şamê 2 leşker hatin kuştin.