Dewleta Tirk a dagirker êrişî Eyn Îsa û Kobanê dike

Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran bombeyan li Eyn Îsa û gundên li rojavayê Kobanê dibarîne.

Dewleta Tirk a dagirker bi top, hawan û fuzeyên grad bombeyan li gundên Dibis, Xaldiyê, Hoşan, Cedîde û Mielekê, her wiha kampa Eyn Îsa, Xwaringeha Saqir û Rêya M4 dibarîne.

Di heman demê de gundên Seyda, Fatsa, Cehbel, Mişêrfe û Sakîro, bajarokê Hîşe, Xwaringeha Nexîl û depoyên li rojhilatê Eyn Îsayê dibarînin.

Gundikê Qertacê yê li nêzî baregeha Rûs û rêya navbera Eyn Îsa-Til Semîn-Qertac dibe hedefa êrişên dagirkeriyê.

Li gorî agahiyan dewleta Tirk zêdeyî 150 top, hawan û fuzeyên grad avêtiye.

KOBANÊ

Artêşa Tirk a dagirker niha jî bi çekên giran bombeyan li gundên Zor Mixar û Şêxlera Jorîn ên li rojavayê Kobanê dibarîne.

Dewleta Tirk ji baregeha li Qerqamîş a Cerablûsê bombeyan li gundan dibarîne. Ev baregeha dewleta Tirk li pêşberî gundê Zor Mixar ê li aliyê din ê Çemê Firatê ye.