Dewleta Tirk a dagirker gundê Şerawa bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker gundekî navçeya Şerawa ya Efrînê bi dijwarî bombebaran kir.
Dewleta Tirk a dagirker gundekî navçeya Şerawa ya Efrînê bi dijwarî bombebaran kir.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hêzên dagirker di saet 20.30’an de li gorî saeta herêmî bi topên obus û hawanan bombe li gundê Soxaneke yê girêdayî navçeya Şerewa ya Kantona Efrînê barandin.
Her wiha nehat zanîn ku di êrîşê de ziyanên canî yan madî hene yan na. Dewleta Tirk hema bibêje her roj herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî sîstematîk bi hedefgirtina sivîlan bombe dike.