Destpêkê berxwedana wê bihîstin, piştre jî Sara nas kirin

Jinên Rojavayî diyar kirin ku wan navê Sara ji berxwedana zindana Amedê bihîstine û dema ku ew li Bekaayê dîtin, ti carî ji bîr nekirin û li ser şopa wê meşiyan.

Sakîne Cansiz (Sara) ku 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê tevî du hevrêyên xwe hatin qetilkirin, têkoşîneke têr û tijî li pey xwe hişt. Ji Dersimê heta Zindana Amedê, ji Rojava heta çiyayên Kurdistanê û Ewropayê têkoşiya. Sakîne Cansiz bandor li gelek mirovan kir. Sûad Mistefa û Rewşen Reşîd ên ji Dêrikê, ji wan mirovan e ku ketin bin bandora Sakîne Cansiz.

Sûad Mistefa û dayika Rewşen di 15'ê Tebaxa 1991'ê de li Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz Sakîne Cansiz dîtin. Bi doza têkoşînê ya Sara, şerê ji bo azadiyê dan.

Dayika Sûad ku sala 1982'an deriyê mala xwe li gerîla vekir, anî ziman ku bi hatina gerîla re ji bo wan jiyaneke nû destpê kir û got, "Nêrîna min a li cîhanê û rastiya jinê guherî. Min bawer nedikir ku rojekê wê jin ji malê derkeve û ji bo xwe û civakê têbikoşe, kar bike. Piştî ku gerîlayên jin hatin, me dan pey şopa heqîqetê."

'EM BI TÊKOŞÎNA SAKÎNE CANSIZ MEZIN BÛN'

Yek ji gerîlayên jin ên bûn mêvanê Dayika Sûad, Bêrîvan Agal bû. Bêrîvan Agal timî qala Sakîne Cansiz dikir. Dayika Sûad got, "Timî qala Sakîne Cansiz dikir. Digot ku hevala destpêkê ye ku tevlî damezrandina PKK'ê bû. Digot ku li zindanê ye. Min timî ji Bêrîvan Agal guhdarî dikir bê li zindana Amedê berxwedaneke çawa nîşan dida, teslîm nedibû û xwedî îradeyeke ji pola ye. Digot em bi têkoşîna Sakîne Cansiz mezin dibin."

Dayika Sûad piştre di 15'ê Tebaxa 1991'ê de li Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz Sakîne Cansiz dît û got, "Bi munasebeta 15'ê Tebaxê em çûbûn Lubnanê. Sakîne Cansiz wê demê ji zindanê derketibû. Şehîd Bêrîvan timî qala Sakîne, Besê û Azîme dikir. Dema ku hevalekê got, Hevala Sara ji zindanê derketiye em silavekê bidin. Min pirsî bê Hevala Sara kî ye. Min nizanîbû ku Sakîne Cansiz e. Bi Kurmancî nizanî bû. Hevalekê tercûmanî jê re dikir. Min pirsî bê çima bi Kurmancî nizane, çima bi zimanê xwe nizane. Ez hembêz kir û got, tu rast dibêjî. Dewleta Tirk destûr neda ku em bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne, rexnedayina xwe da. Anî ziman ku li zindanê 40 rojan bênavber êşkence lê hate kirin."

SEMBOLA BERXWEDANÊ

Dayika Sakîne ku 3 rojan li gel Sakîne Cansiz ma, bi qasî ku ew nas kir wiha axivî: "Têkoşîna Sakîne Cansiz têkoşîneke ku bi felsefeya Rêber Apo hate meşandin. Xwe ji felsefeya Rêber Apo xwedî kir, teslîmiyet red kir. 12 salan li zindana delweta Tirk di bin êşkenceyê de teslîmiyet qebûl nekir, wê berxwedan tercîh kir. Ma ev têrê nake ku bibe sembolek? Ji bo jinan hemû sembol e. Jinên ku têkoşîna wê ya li dijî dewleta Tirk bihîstin, ew weke jineke pêşeng, pêşenga azadiyê qebûl kirin."

BÛ HÊVIYA AZADIYÊ

Dayika Sûad got, "Jinan di azadiya Hevala Sara de azadî dîtin" û qala bandora wê ya li ser Rojava kir: "Hevala Sakîne ji ber ku bi Kurmancî nizanî bû zêde li Rojava nema. Lê belê timî diçû û dihat. Demeke krut bû, lê bandora wê bi salan bû. Hîn jî bandora wê dewam dike. Jiyan, têkoşîn û berxwedana Sakîne ji bo jinan rûpelekî nû bû, jinan bi saya têkoşîna hevala Sakîne tirs ji holê rakirin."

Dayika Sûad ragihand ku 100 sal jî derbas bibin wê Şehîd Sara li Rojava bê bîranîn û got, "Ne tenê ji bo jinên Kurd ew ji bo jinên cîhanê hemûyan bû pêşeng. Di her salvegerê de em soza xwe dubare dikin. Ew fermandareke pêşeng, îrade û hêviya jinê bû."

JI NEDÎTÎ VE HAT, RÊ DA KOMKUJIYA DUYEMÎN

Dayika Sûad bi bîr xist ku di sala 10'emîn a komkujiya Parîsê de li Parîsê komkujiyeke duyemîn hate kirin, Evîn Goyî hate şehîdxistin û destnîşan kir ku têkoşîna şopdarên Sara wê neqede. Dayika Sûad got, "Di şexsê Sara de êrîş li 2 jinên pêşeng, di şexsê Evîn de jî êrîş li dijî du welatparêzên pêşeng hate kirin. Fransa ya ku komkujiya destpêkê ji nedîtî ve hat, bû şirîkê vê komkujiyê, bû sedema rûdana komkujiya duyemîn."

'COŞA WÊ HER TIŞT NÎŞAN DIDA'

Rewşen Reşît ji bo dîtina hevserê xwe û xwişka xwe yên tevlî PKK'ê bûn di sala 1991'ê de çû Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz û li wê derê Şehîd Sara nas kir. Li ser pirsa 'Tu dixwaze hevala Sara jî bibîne' ya xwişka wê, Dayika Rewşen dibêje, eger derfetek hebe dixwaze.

Dayika Rewşen got, "Hevala Sakîne bi coşeke mezin pêşwazî kir. Min ji zimanê wê fêhm nedikir, lê belê bi coşa xwe her tişt nîşan dida" û qala sohbeta bi Şehîd Sara re kir, "Nû ji zindanê derketibû. Digot ku gelê Rojava kelecanê dide wê. Gelekî kete bi bandora qelebalixiyê. Digot ku yekbûna gel, tevgerê mezin dike."

EŞQA JI BO AZADIYÊ

Dayika Rewşen ragihand ku wê Şehîd Sara bi berxwedana wê ya li zindana Amedê nas dikir û got, "Bi tevgerê re manewiyata me xurt bûbû, lê belê dîtina jineke pêşeng hesteke cuda bû, bêhtir manewiyata me xurt dikir. Hêrsa wê ya li hemberî dijmin ji çavên wê diyar bû. Berxwedana wê ya 12 salan a li zindanê, têkoşîn û eşqa wê ya azadiyê ji bo gelê li akademiyê bûbû mînak."

Dayika Rewşen got, "Têkoşîna Hevala Sara hîn jî hêzê dide, rûmeta me ye. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê şopdarên têkoşîna wê bin."