'Dem dema azadiya Rêber Apo ye'

Endamê Yekîtiya Parêzeran a Kantona Cizîrê Sîpan Xelef diyar kir ku dewleta Tirk bi rêbazên xwe li dijî tevahiya qanûnên hiqûqî derdikeve û got: “Dem dema azadiya Rêber Apo ye.”

Ev 26 sal in Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan, li Girava Îmraliyê rehîn tê girtin. Dewleta Tirk a dagirker her dixwaze Rêber Apo di nava dîwarên Îmraliyê de dîl bigire û bi gelê Kurd bide jibîrkirin. Tevî ku têzanîn di  24‘ê Cotmehê de li gel Rêber Apo hevdîtinek pêk hat û  piştî vê hevdîtinê careke din bêyî sedem cezayê disiplînê li Rêber Abdullah Ocalan hate birîn.

Endamê Yekîtiya Parêzeran a Kantona Cizîrê Sîpan Xelef di çarçoveya hiqûqî de, girtina Rêber Abdullah Ocalan û cezayên disiplînê yên li ser tên ferzkirin, ji ajansa me ANF’ê re axivî.

‘TECRÎDA LI SER RÊBER APO LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’

Sîpan Xelef di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku careke din cezayên disiplînê li Rêber Abdullah Ocalan hatiye birîn û da zanîn ku dewleta Tirk vê yekê bi armancekê pêk tîne û ev yek nayê qebûl kirin û got: “Girtina Rêber Apo û ev cezayên disiplînê li dijî qanûnên hiqûqî  sûc in. Di hiqûqa  dewleta Tirk de bêyî sedem cezayên disiplînê li girtiyan nayên birîn. Lê belê em dibînin ku her 3 û 6 mehan carekê cezayên disiplînê li Rêber Apo tên birîn. Ev 3 sal bûn agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nedihat wergirtin û a niha jî di bin tecrîdeke pir giran de ye. Dewleta Tirk a dagirker bi van rêbazên xwe yên qirêj li dijî hemû qanûnên mafê mirovan û zagonên hiqûqî derdikeve.”

‘NABE KU MAFÊ HÊVIYÊ WERE QUTKIRIN’

Xelef di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker mafê hêviyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan qut kiriye û dibêje ez li gorî zagonên hiqûqî tev digerim, lê belê di tu zagonên navneteweyî de ev rêbazên dewleta Tirk nayên qebûlkirin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Dewleta Tirk dixwaze bi tecrîda li ser Rêbe Apo siyasetên xwe yên qirêj bidomîne û li dijî zagonên mafê mirovan derkeve. Her wiha dewleta Tirk bi navê ku parastina mafê mirovan dike, xwe nîşan dide. Lê belê ew bi xwe li dijî hemû mirovahiyê derdikeve. Li seranserê cîhanê mafên hemû  girtiyan heye ku hevdîtinê bi malbat û parêzerên xwe re bike. Lê belê dewleta Tirk vê yekê jî binpê û qedexe dike. Em weke Yekîtiya Parêzeran a Kantona Cizîrê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em ê gelek kar û xebatan ji bo doza Rêber Apo bikin. Ji ber ku dem dema azadiya Rêber Apo ye.”