Danîmarka 22 welatiyên xwe ji kampên li Bakurê Sûriyeyê werdigire

Hikumeta Danîmarkayê wê 22 welatiyên xwe yên li kampên Bakurê Sûriyeyê werbigire.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Edaletê yê Danîmarkayê Nick Hekkerup, 22 welatiyên Danîmarkî yên ku ji ber têkiliya xwe ya bi çeteyên DAÎŞ'ê re li kampên Hol û Rojê ne, wê li welatê xwe bên vegerandin. Hekkerup anî ziman ku kesên bê anîn wê ji ber kiryarên xwe bên darizandin û got, "Ev kes, ji ber kiryarên xwe neçar in ku hesab bidin."

Hikumeta Danîmarkayê demeke dirêj israr dikir ku welatiyên xwe yên bi çeteyên DAÎŞ'ê re tevdigeriyan wernegire. Hikumetê diyar dikir ku ev kes ji bo ewlehiya welêt gef e û di encama zexta komên mafên mirovan de hikumetê neçar ma paşve gavê biavêje.

Daxuyanî nehate dayin ku kesên navborî wê kengî bînin welêt.