Dagirkeriya Tirk li Cizîrê hate protestokirin

Di salvegera yekemîn a dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê de li Cizîrê bi meşekê dagirkerî hate protestokirin.

Bi dehan endamên Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK), Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûrî (YNKS) li ber Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo kom bûn.

Piştre bi pankatên bi nivîsa "Serê salekê ye û Rojava ji êşê ranakeve hey Serêkaniyê" endam meşiyan, di meşê de bi pankart û sloganan banga derketina dewleta Tirk ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Her wiha bang li rêxistinên mirovî kirin ku Kurdan ji bîr nekin û wan ji komkujiyan rizgar bikin û bi sloganên "Erdogan terrorist e" dewam kir.

Paşê meşvan gihaştin ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya bajarê Qamişlo û daxuyanî bi sê zimanan Kurdî, Erebî û Ingilîzî dan.

Daxuyaniya bi zimanê Kurdî ji aliyê endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûrî Qadir Egîd ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"îro yekemîn salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ye, ev dagirkirina ku ji bo nişteciyên bêguneh ên ku li navçeyên xwe jiyaneke aram û aştiyane dijiyan; êş û tirajediyayekek mezin li pey xwe hişt, bi taybetî piştî ku dewleta Tirk destê çeteyên bi navê artêşa niştimanî ya Sûriyê li van bajaran berda û wan jî dest bi tawanên mezin, kuştin û talan, dizî û binpêkirina mafê mirovan kirin, di gel guherînên demografîk û koçkirina nişteciyan bi darê zorê; wek ku komîteya navnetewî ya lêpirsînê ya serbixwe di rapora xwe de tekez dike.

Em, sazî û dezgehên rewşenbîran, bi navê nivîskar û rewşenbîrên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê bi dengekî bilind dagirkirina Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn û hemû bajarên din ên dagîrkirî yên Sûryayê, her wisa kiryarên kirêt yên ku çeteyên dewleta Tirk li dijî xelkên bêguneh û sivîl pêk tînin şermezar dikin.

Em bangî hemû sazî û dezgehên navneteweyî, di serî de, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Encumena Ewlekariya Navnetewî dikin da ku bi erkên xwe rabin û dawiyê li van tawanan bînin, artêşa Tirk û çeteyên wê ji bajar û navçeyên dagirkî derxînin û wan navçeyan li xwediyên wan ên resen û rewa vegerînin da ku her kes vegere navçeya xwe û jiyanekeke aştiyane bijî.

Dema ku em bi navê rewşenbîr û nivîskarên Rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk û dagîrkirina Serêkaniyê û Girê Spî û Efrînê bi tundî şermezar dikin; di heman demê de em qehremanî û berxwedana şervanên xwe û xwîna pîroz a şehîdan bi bîr tînin; li hemberî xwîna ku bi herikîna xwe axa Rojava, rûmeta mirov û pêkhatiyên Rojava parast, em bejnên xwe ji dil û can diçemînin.

Her wisa banga xwe digihînin hemû nivîskar û rewşenbîrên Kurd li her deverê û em banga xwe digihînin hemû rewşenbîrên Sûriyê yên ji hemû pêkhatiyan jî, da bi erkên xwe yên mirovî û exlaqî rabin û li hemberî êrişên Tirkiyayê yên hovane bi tundî rawestin.

Her wisa em berê xwe didin nûnerên tevgera siyasî ya Kurd û ji wan re bi dengekî zelal dibêjin: baştirîn bersiv li dijî êrîşan ew e ku, di zûtirîn wext de hûn yekitî û hevrêziya Kurdan pêk bînin, ku hûn hêz û şiyanên xwe berhev bikin da ku hûn raya giştî ya navnetewî hişyar bikin ji bo pêkanîna guşarekê li ser dewleta Tirk û çeteyên wê da yekser ji navçeyên dagirkirî vekişin û derfetê bidin xelkên me yên bêguneh ku vegerin malên xwe.

Em ê di demeke nêzîk de li hemû bajarên xwe yên şîrîn û delal vegerin. Ji ber ku vegerîn rastiya hebûna me Kurdan e. Em ê bi bîra dinyayê bînin ku ev ax a Kurdan bû û hêjî ya Kurdan e û dê ya Kurdan bimîne; madem evîndarên vê axê hene; madem qehremanên vê axê hene, madem parêzvanên vê axê hene êdî mafê me yê rewa ye ku em li ser axa xwe bijîn ta ku jiyan hebe."