Dagirkeran li Girê Spî 2 kes revandin

Li Girê Spî ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, 2 kes ji aliyê îstîxbarata Tirk ve hatin revandin.

Li Kantona Girê Spî doh çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê El Sukariyê Hadî Elkê Xanim û Yûsif El Faris ên ji eşîra Cêsê revandin.

Hate ragihandin ku kesên hatin revandin radestî îstîxbarata Tirk a li navenda Girê Spî hatin kirin.