Dagirkeran li Efrînê 4 kes revandin

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 4 kesên din jî revandin, 3 sal ceza dane kesekî.

Çavkaniyên ji hundirê Efrînê ragihand ku çeteyên bi navê "polîsên leşkerî" ku bi fermana rastrast ya istîxbarata dewleta Tirk (MIT) dixebite 4 hemwelatî ku yek di nav de temen mezin e, revandin.

Li gorî çavkanî, kesên hatine revandin ev in: " Ebdulwehab Mistefa Hemo (70) ji gundê Dumilya ya navçeya Mabeta, Serxwebûn Ehmed Memo (32) ji şêniyên navçeya Bilbilê, Mihemed Mistefa yê bi navê Hemûdê Mist Kinikê tê naskirin ji gundê Şêxûtka yê navçeya Mabeta û Ebdureqîb Elî Henan ji gundê Heyatê yê navçeya Mabeta.

Her wiha dadgeheke Tirk hemwelatiyê bi navê Serbest Ekaş Birîm yê ji gundê Memila ya navçeya Mabeta darizand û 3 sal ceza lê birî. Serbest Ekaş Birîm ji aliyê çeteyên bi navê "Mihemed El-Fetih" ve hatibû revandin û paşê radestî istîxbarata dewleta Tirk hatibû kirin û derbasî Tirkiyê kiribûn.

Dewleta Tirk ji dema dagirkirina Efrînê ve bi dehan ciwan û welatiyên Efrînê yên ku revandine, darizandine, li gorî qanûnên navneteweyî ne ji mafê tu dewletekê ye ku hemwelatiyên ji welatên din darizîne. Lê dewleta Tirk hemû qanûnên navneteweyî bin pê kirine.