Dagirkeran bi obusan êrîşî Efrîn û Şehbayê kir
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Şehba û Efrînê topbaran dikin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Şehba û Efrînê topbaran dikin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, dewleta Tirk a dagirker di saet 20.30’an de li gorî saeta herêmî gundên Dêr Cimêlê, Kefer Antom, Irşadiyê û Til Ecar ên girêdayî navçeya Til Rifet a Şehbayê û navçeya Şera ya Efrînê bombebaran kir.
Hate hînbûn ku herî kêm 50 topên obusê li cihên sivîlan ketine.