Dagirker bi dijwarî Eyn Îsa bombe dikin
Dewleta Tirk a dagirker rojhilat û rojavayê Eyn Îsayê bi ketober didin ber topan.
Dewleta Tirk a dagirker rojhilat û rojavayê Eyn Îsayê bi ketober didin ber topan.
Gundê Mîelek, Kampa Eyn Îsa, Rêya M4, Gundên Cehbel, Fatsê û Sikêro û dîsa Xwaringeha Nexîl û depoyên dikevin herêma rojhilat ên Eyn Îsayê bi dijwarî tê topbarankirin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bersiv da êrîşên dagirkeriyê.
Artêşa Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên li Kîromazat, Hemam Tirkmen û Şirgirak li gorî saeta herêmî saet 21:40’î ve êrîşa xwe didomîne.