Dagirker Şehbayê bomberdûman dikin
Dewleta Tirk a dagirker li herêma Şehbayê gelek gund bomberdûman kir.
Dewleta Tirk a dagirker li herêma Şehbayê gelek gund bomberdûman kir.
Li gorî agahiyên ku hatine stendin dewleta Tirk saet di 23.15’and e gundên Şêx Îsa û Hirbil ên Şehbayê bomberdûman kir.
Berêvarî dewleta Tirk gundên Minbîcê jî bomberdûman kiribû. Navenda Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê diyar kiribû dewleta Tirk bi çekên giran gundên Toxar, Cat û Dendeniyê yên Minbîcê bomberdûman kiriye. Li gorî daxuyaniyê tiştek bi kesî nehatiye.