Ciwanên Rojhilat ên Apoyî: Heta gihiştina armancan em ê têbikoşin

Komîteya Şehîd Pêşwa ya Mihabad a ciwanên Apoyî ya Rojhilatê Kurdistanê diyar kir ku ew li ser rêya Pêşengê Komara Mihabadê Qazî Muhemed dimeşin û heta gihiştina armancên wan wê têbikoşin.

Komîteya Şehîd Pêşewa ya Mihabad a ciwanên Rojhilat ên Apoyî bi boneya salvegera bidarvekirina Qazî Muhemed û hevrêyên wî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de serî de pêşengê Komara Kurdistanê Qazî Muhemed, hemû Şehîdên Kurdistanê, Şehîdên Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin bîranîn.

Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Ezmûna Komara Muhabatê serbixweyî û rêveberiyên xweser bû. Her civakek jî armana wê serbixweyî ye û parastina hebûnê ye. Ev yek jî hebûnê dixe garantiyê. Civaka Kurd, bûye xwedî wê îradeyê ku hebûna xwe biparêze, ji bo gelên din ên herêmê jî bûye mînak.

Her demê ku derfeteke xwerêveberiyê pêk hatibe, ew yek bûye rûpeleke zêrîn a dîrokî ya siyasî ya gelê Kurd. Komara Kurdistanê ya li Mahabat jî giha wê yekê ku rêveberiyên xweser ava bike, ev yek bi pêşengtiya Qazî Muhemde pêk hat. Ezmûna Komara Mihabat bi hemû encamên xwe ve bû nimûneyek serketî û her kesê sûd jê girt.

Em ciwanên Apoyî yên bajarê Mihabadê ber berpirsê vê rêyê dizanin. Ezmûna Komara Kurdistan a gihiştina ji bo Yekîtiya netewî, pêkanîna Kongreya Netewî esas digirin. Em ciwanên Apoyî ne xiyanetkarên Efrîn ne jî Mihabat ji bîr nakin.

Em careke din soz didin gelê xwe û pêşeng Qazî Muhemd û bi taybet şehîdên Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ heta gihştina armancên xwe nasekinin û têoşînê bidomînin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Pêşengê Komara Kurdistanê Qazî Muhemed 31’ê Adara 1947’ab ku li Qada Çarçira ku îlana Komarê lê ragihandibû bi hevrêyên xwe re hate bidarvekirin.