Ciwanên Minbicî li dijî dagirkeran çalakiya şermezarkirinê lidarxistin

Ciwanên Minbicî bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker meşek girseyî li darxistin.

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşek ji bajarokê Til Hozan ê dikeve başûrê rojhilatê bajarê Minbicê li dar xist.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê, şêniyên bajarokê Til Hozan, gundên Ebû Qelqel û Heyê yên rojhilatê bajar jî tevlî meşê bûn.

Di meşê de pankartên li ser wan hatibû nivîsandin, “Bi ruhê berxwedana gelên azad em ê dagirkerî û xiyanetê têk bibin” û “Bi ruhê gerîla em ê faşîzma Tirk têk bibin” hatin vekirin.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê Macid El-Mihemed di xwepêşandanê de axivî û got: “Dewleta Tirk bi hemû rêbazên dermirovî herêmên me yên ewle dikin hedef, da projeya me ya demokratîk têk bike.”

El-Mihemed diyar kir ku hevgirtina wan tevahî planên dagirkeriyê têk birin.

Hevserokê Meclisa Til Hozan , Ehmed El-Hisên jî bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û diyar kir ku desthilata dîktator a Tirkiyê qebûl nake ku gel xwe bi rêve bibe û dixwaze împratoriya Osmanî zindî bike.

El-Hisên her wiha got: “Dewleta Tirk bi sûcên xwe wê nikaribe vîna gelên azad têk bibe û dê bi vîn û israra gel a li hemberî sûcên wê herêmên dagirkerî werin rizgarkirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Na ji dagirkerî”, “Hilweşa dewleta Tirk a dagirker”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Em fedayî gerîla ne” bi dawî bû.