Ciwanên Kobanê: Ji bo piştgiriya gerîlayên xwe em ê li qadan bin

Ji bo silavkirina Berxwedaniya ku li çiyayên azad didome ciwanên Kobanê gotin “Em berxwedana gerîlayan silav dikin û em dibêjin em ê bi her awayî ji bo gerîlayên xwe çalakiyan bikin.”

Li çiyayên Kurdistanê berxwedan û têkoşîna gerîlayan a li hemberî êrişênd dagirker a Tirkiyeyê didome. Ciwanên Kobanê piştgirî dan gerîlayên azadiya Kurdistanê û gotin “Em ê ji bo gerîlayan li qadan bin.”

Ciwana bi nave Silava Mustefa diyar kir dijmin li hemberî berxwedaniya gerîlayan her dem bin dikevin û got “Li çiyayên Kurdistanê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk berxwedana gerîlayan didome. Wê gerîla bi ser bikeve. Em di heman demê de îxaneta malbata Berzanî jî şermezar dikin. Em ciwan ji destê me çi were em ê bikin û em ê her dem ji bo gerîlayan li qadan bin. Em ê faşîzma dewleta Tirk biqedînin.”

Sîmana Reşo jî diyar kir ew ji bo piştgiriya gerîla her dem amade ne û got “Em li konê çalakiyê berxwedana gerîlayan silav dikin û em dizanin wê gerîla bi ser bikeve. Em amade ne ji bo gerîlayan canê xwe feda bikin. Em xeta îxanetê ya malbata Barzanî jî şermezar dikin. Em ciwan amade ne ku em bi her awayî piştgiriya gerîlayên xwe bikin.”

Koçer El Mustefa jî diyar kir çi bikeve ser milê wan ew ê bikin û got “Heta azadiya Kurdistanê em ê ji bo gerîlayên xwe li qadan bin.”