Ciwanên Kobanê: Em bi her awayî bi gerîla re ne; serketin a gerîla ye

Ciwanên Kobanê bal kişandin ser şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê û destnîşan kirin ku gerîla rûmet û hebûna wan e. Ciwanan gotin, bi her awayî ew bi gerîla re ne û serketin jî wê ya wan be.

Ciwanên Kobanê ku ji nîvê meha Nîsanê dema destpêkirina êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û vir ve li qadan e, li ser şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê ji ANF'ê re axivîn.

Wedhê Hemzê diyar kir ku gerîla rûmet û hebûna wan e, lewma têkoşîna gerîla têkoşîna wan e û got, "Bi seferberiyê re çi ji me bê xwestin em ê bikin. Em bi her awayî bi gerîla re ne."

Wedhê Hemzê destnîşan kir ku dewleta Tirk li pêşberî berxwedana mezin a gerîla li bin dikeve û axaftina xwe wiha dewam kir: "Dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê li bin dikeve. Her ku li bin dikeve, êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Lê belê dewleta Tirk wê lİ Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bişikê."

Wedhê Hemzê anî ziman ku armanca êrişan şikandina îradeya gelê Kurd e, koçberkirina ji cih û warê xwe ye, lê belê bi berxwedana wan û gerîla wê rê nedin vê armancê.

Rêveberê Ciwanan ê Herêma Firatê ya PYD'ê Mûstafa Mihemed Sidîq jî ragihand ku dewleta Tirk bi destê mal Barzanî bi çekên qedexekirî êrişî çiyayên Kurdistanê û gerîlayan dike û got, "Lê belê li her qadê em bi gerîla re ne. heta kengî wê xiyanet û koletiya Mala Barzanî dewam bike. Em; ciwanên kobanê heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê bi gerîla re têbikoşin."

Mûstafa Mihemed Sidîq diyar kir ku dem dema azadiyê ye, ew ciwan ji her tiştî re amade ne û got, "Me ciwanên Kobanê seferberî ragihandine. Êdî dem dema azadiyê ye. Vaye bi sedan ciwanan ji bo seferberiyê navê xwe dane."

Mûstafa Mihemed Sidîq destnîşan kir, ku gerîla ji bo çar parçeyên Kurdistanê têdikoşe û got, "Divê em jî beşdarî heman têkoşînê bibin. Serketin wê ya me be."

Ciwanê bi navê Egîd ê ji pêkhateya Ereb jî got, "Em ciwan ti carî naxwazin dewleta Tirk xaka me dagir bike. Lewma çi ji me bê xwestin em ê li gel gerîla bikin. Serketin wê her tim para gerîlayên azad be."