Ciwanên Kobanê bi meşekê şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê silav kirin

Li Kobanê, ciwanan bi meşekê şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê silav kirin û xiyaneta PDK'ê şermezar kirin.

Girseya gel ku ji endamên saziyên sivîl û ciwanan pêk dihat, li Qada Jin a Azad a Kobanê li hev civiya.

Destpêkê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin û bi navê ciwanên PYD'î Wedhê Hemzê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk a dagirker bi her cûre çekan êrişî Kurdan dike û hate gotin, "Em di pêvajoya hebûn û nebûnê de ne. Ji bo wê, dewleta Tirk a dagirker tevî mala Barzanî êrişî çiyayên azad û gelê Kurd dike."

Di daxuyaniyê de çekên kîmyewî yên ji aliyê dewleta Tirk ve têne bikaranîn hatin bibîrxistin û hate destnîşankirin ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi ruhê seferberiyê têdikoşin.

Her wiha êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hatin bibîrxistin û hate gotin, "Em bi berxwedana gerîla re ne."

Piştî daxuyaniyê girseya gel bi dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla" û "Bimire xiyaneta mala Barzanî" ber bi Qada Şehîd Egîd ve meşiya û dawî li çalakiya xwe anî.