Ciwanên Efrînê Newroza 2022'an pîroz kirin

Ciwanên Efrînê yên li herêma Şehbayê Cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd pîroz kirin.

Ciwanên Efrînê ji ANF'ê re li ser Newrozê axivîn û Newroz li tevahiya gelê Kurd pîroz kirin.

Mihemed Mihemed qala zor û zehmetiyên pîrozbahiyên Newrozê yên beriya Şoreşa Rojava kir û got, "Nêzî 11 sal in weke ciwan me xwe li Rojava bi rêxistin kirine. Cejna Newrozê jî bi coş û moraleke mezin tê pîrozkirin."

Endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Efrînê Xalid Mihemed jî anî ziman ku beriya şoreşê li Efrînê Newroz dihate pîrozkirin, lê belê rejîmê gelek astengî datanî pêşiya wan û got, "Tevî astengiyan jî dihate pîrozkirin, ji ber ku Newroz ji bo me Kurdan pir girîng e. Piştî sala 2011'an derfetên ji bo pîrozkirina Newrozê heta astekê çêbû û Newroz êdî bi şahiyên mezin hate pîrozkirin."

Xalid Mihemed diyar kir ku bi dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê re şêniyên Efrînê neçar ma ku koçî herêma Şehbayê bike û got, "Lê belê li gel vê koçberiyê jî berxwedan dewam dike. Newroz jî ji aliyê xelkê Efrînê ve bi coş tê pîrozkirin."

Xalid Mihemed bi bîr xist ku îsal ji 14'ê Adarê ve li seranserê Şehbayê çalakî ji bo Newrozê tê lidarxistin û Newroz li her kesî pîroz kir.