'Civakîbûn wê kapîtalîzmê têk bibe'

Şoreşgerên enternasyonalîst ên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê cihê xwe di nava komuna enternasyonal de digirin, destnîşan kirin ku sîstema civakî û ekolojîk wê kapîtalîzmê têk bibe.

Şoreşgerên enternasyonalîst ji ANF'ê re axivîn. Masmî Sûlav a Katalan diyar kir ku sîstemên dewletan li pêşberî şewba vîrûsa koronayê kêm mane û destnîşan kir, ku çareserî di nava civakê de ye. Sûlav ragihand, helwesta Spanyayê ya li hemberî vîrûsê dişibe helwesta beriya niha ya li hemberî krîza aboriyê û got, "Wê demê pere ji me stand û banka rizgar kir."

CÎHANEKE WEKHEV

Sulav diyar kir, dewletê karê bersivdana li pêwîstiyên gel ji hin market û şîrketan re hiştiye û got, "Ew jî sûdê ji vê krîzê werdigirin û aboriya herêmî zerareke mezin dibîne. Bi mezinbûna kapîtalê re qada jiyanê ji bo karker û xizanan namîne. Tevdîrên li dijî şewbê hatine girtin jî ji bo xurtkirina destihlatdariya dewletê ne. Li gel van hemûyan jî li gelek qadan piştevaniya civakî mezin dibe. Ya herî girîng jî ew e; divê em bibînin ku sîstema heyî çareseriyê nafirîne û pêwîste em bi rêy apiştevaniyê cîhaneke wekhev ji bo her kesî ava bikin."

NIKARIN PÊŞÎ LI PIŞTEVANIYÊ BIGIRIN

Zana Sankara ji Swîsreyê ye. Sankaya destnîşan kir ku şewbê bandoreke mezin li welatê wan kiriye, sîstema ku piştevaniya civakî tune dike niha jî bangên bi vî rengî dike. Sankaya bi bîr xist ku li gel dewletbûnê jî piştevaniya gelan dewam dike û got, "Ev krîz li pêşiya piştevaniya me nikare bibe asteng. Ji ber ku piştî vê krîzê wê krîzeke mezintir bê. Em ê hemû bi hev re ji vê krîzê rizgar bibin û sîstemên dewletan ji holê rakin. Pêvajoya bê wê bibe pêvajoya destketiyên gelan."

GIRANÎ NEDAN SER SÎSTEMA TENDURISTIYÊ

Bobby Sands û Charlîe Qereçox ên Îngiliz jî gotin, sîstema kapîtalîst bi salan razemenî li tenduristiyê nekir û niha nikare ji bin giraniya vîrûsê ya li nexweşxaneyan rabe. Enternasyonalîstên Îngiliz destnîşan kirin ku beşeke elît ji xwe re xizmeta tenduristiyê ya taybet ava kiriye û ragihand, gelê ku bi tenê hatiye hiştin bi piştevaniya civakî alîkariyê bi hev vre dike. Enternasyonalîstên Îngiliz ji Cooperatîon Bîrmînghamê ku projeyeke şênber e heta bi şêweyê nû yê avakirina sîstemekê, xwestin ku bi perspektîfeke berfireh nîqaş bê kirin û gotin, hewldan, ked û sîstema li Rojava ji bo parojê prototîpeke girîng e. Enternasyonalîstan destnîşan kirin ku divê ev bê lêkolîn û li her qadê weke model bê dîtin.