Cîhan Şêx Ehmed: Pêşî li plana çeteyan hate girtin

Berdevka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed got, "Bi berxwedana lehengî ya hêzên me, êrîşên çeteyan hatin şikandin û pêşî li plana wan hate girtin."

Berdevka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed, li ser rewşa dawî ya Pêngava Rizgarkirina Reqayê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Ehmed ragihand, ku li herêma rojhilat a Reqayê û li taxa El Meşleb a li navenda bajêr, ji ber êrîşên DAIŞ'ê şer qewimiye û vî şerî 3 rojan dewam kiriye.

Berdevk Ehmed diyar kir, ku di şerê 3 rojan de şervanên QSD'ê derbên giran li çeteyan xistine, di şer de gelek çete hatine kuştin û got, "Zêdeyî 100 çete, ji herêmên di destê rejîma Sûriyeyê û alîgirên rejîmê de ne, derbasî aliyê din ê Çemê Firatê bûn. Vê êrîşê tiştên veşartî eşkere kir. Derket holê, ku ji bo êrîşê planên bi çi rengî hatine amadekirin û têkiliyên bi hucreyên razayî re eşkere bûn. Yên destê wan di vê êrîşê de heye, derketin holê."

Cîhan Şêx Ehmed anî ziman, êrîşê çavkaniya gelek agahiyên veşartî eşkere kiriye û hucreyên razayî hatine têkbirin.

Şêx Ehmed ragihand, çeteyan kincê şervanên QSD'ê li xwe kirine, bi vî rengî derbas bûne û got, "Çeteyan bi vî rengî xwestin dorpêçiya li ser xwe ya li Reqayê rakin. Di encama berxwedana lehengî ya hêzên me de êrîşa çeteyan hate şikandin û pêşî li plana wan hate girtin. Gelek belge û nexşeyên vê planê tevî gelek çek, mayin û 5 wesayitên çeteyan, ku 2 jê bombebarkirî bûn, ketin destê şervanan."

Cîhan Şêx Ehmed diyar kir, ku di vê berxwedanê de 28 şervanên wan ên bi lehengî li ber xwe dan, şehîd bûn.