Cenazeyê şervanê YPG’ê Keleş spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG’ê Ehmed Keleş ê bi nasnavê Devrem Mardîn ê dema li navçeya Sirîn a Kantona Kobanê li ser erka xwe bû di encama qezaya tirafîkê de şehîb bû, bi merasîmekê spartin axê.

Bi tevlîbûna sedan kesî cenazeyê şervanê YPG’ê Devrem Mardîn (Ehmed Keleş) ê îro dema li navçeya Sirîn a Kantona Kobanê li ser erka xwe bi di encama qezaya tirafîkê de şehîd bû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan spartin axê.

Cenazeyê şehîd ji Saziya Malbatên Şehîdan hate girtin û karwaneke ji dehan wesayîtan pêk tê ber bi goristanê ve ketin rê.

Li goristanê ceazeyê ji aliyê gel ve bi dirûşman hate pêşwazîkirin, piştre bi deqeyek rêzgirtinê merasîmeke leşkerî hate lidarxistin.

Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Qamoşlo Mihyedîn Hesen û li ser navê malbata şehîd jî Kurxalê wî Diyar Keleş axivîn. Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwesitin û banga xwedîderketina li nirxên şehîdan hate kirin.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi dirûşma “Şehîd Namirin’ û tilîliyan spartin axê.