Di roja 12’emîn a Operasyona Rizgarkirina Reqayê de, li 4 taxan şerê dijwar diqewimin.
Piştî ku şervan îro serê sibehê ketin Taxa Qedîsiyê ya rojavayê Reqayê, saet di 14.00’an de li taxê şerekî dijwar di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ′ de derket. Çeteyan ji aliyekê ve bi wesayîtekî bombebarkirî û ji aliyê din ve jî bi balafirên keşfê yên bombe pê ve hatine girêdan, xwestin êrîşî şervanên QSD’ê bikin. Şervanan besiva êrîşan da û wesayîta bombebarkirî berî ku bigihîje armaca xwe rûxandin û balafira keşfê jî xistin xwarê.
Di şerê qewimî de herî kêm 10 çete hatin kuştin, cenazeyê 8 çeteyan jî kete di destê şervanan de.
Şervanan li Taxa Qedîsiyê dest danî ser wesayîtekî bombebarkirî, doçkayek 14.5 tevî guleyên wê, 15 çekên Kalaşnîkof û 24 cercûrên wê, 8 rext, çekek M-16, çekek sekvanî, 2 BKC, roketavêjek B-7, motosiklêtek û wesayîtekî Jeep a çeteyan.
Bi awayekî hemwext jî, li taxên El-Berîd, Battanî û Hattîn ên rojavayê Reqayê jî, şerekî dijwar rû dide. Lê derbarê şerê li van taxan de, hê ti agahiyên zelal nehatine bidestxistin.