Cenazeyên şehîd Hilal û Silêman hatin veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparstinê Reşîd Hilal û şervanê QSD’ê Ehmet Silêman li Şehîdgeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawdiyê a Hesekê bi merasîmekê hatin veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê û gundewarên wê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Reşid Hîlal û şervanê QSD‘ê Ehmed Silêman (Teyir) ên di 24‘ê Nîsanê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Şehîdgeha Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê veşartin.

Welatiyan cenazeyê şehîdan ji ber avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi kerwanekî ji dehan wesayîtan ku bi wêneyên şehîdan hatibûn xemilandin ber bi Şehîdgeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG, YPJ û Hêzên Erka Xweparastinê ve pêk hat.

Piştre jî li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Hêzên Erka Xweparastinê û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin, hata gotin ku serkeftinên şoreşê berhemên xwîna şehîdan e.

Kesên axivîn, banga hevgirtinê li hemû pêkhateyên herêmê kirin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Piştre nasnameyên şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Şervanan cenazeyê şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan veşartin.