Cenazeyên şehîd El- Osman û El- Hemûd hatin veşartin

Bi tevlîbûna sedan welatiyên Reqa û gundewarên wê cenazeyên şervanê QSD`ê Selîm û endamê Hêzên Ewlekariya Hundrîn Ehmed El-Hemûd li Goristana şehîdan a gundê El-Hikûmiye hatin veşartin.

Bi sedan welatiyên Reqa û gundewarên wê cenazeyên şervanê QSD`ê Selîm El-Osman (Selîm) û yê endamê hêzên Ewlekariya Hundrîn Ehmed El-Hemûd ku dema erka xwe ya leşkerî pêk danîn, şehîd bûn, li Goristana Şehîd Şehîdan hatin veşartin.

Cenazeyê şehîdan ji Çerxerêya El-Firûsiye hate wergirtin û bi karwanekê ber bi Goristana Şehîdên Reqayê ve ketin rê.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina şervanên QSD’ê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn ve destpê kir.

Di merasîmê de li ser navê QSD`ê yek ji fermandarên wê Feysel Ebû Ezîz, bi navê Meclisa Sivîl a Reqayê Heya El-Meter û bi navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Celaa Hemzawî axivîn. Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û soza şopandina rêya şehîdan heta dawiyê hate dayîn. Her wiha hate tekezkirin ku bi saya têkoşîn û xwîna şehîdan herêm bi aramî û ewle dijî.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Cenazeyê şehîdan bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyan hatin veşartin.