Cenazeyên du şehîdan li Hesekê spartin axê

Cenazeyê Emîr Xelef û Şêrgo Reşo yên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar spartin axê.

Şêniyan cenazeyên şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Emîr Xelef û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şêrgo Reşo yên ku li navçeya Til Hemîsê dema li ser erka xwe bûn, şehîd bûne wergirtin û bi kerwaneke girseyî ber bi Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya şervanên YPG û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve destpê kir. Piştre endamê rêveber ê Meclîsa Malbatên Şehîdan Îdan Anîf, fermendarê YPG`ê Şiyar Hesekê, endamê Tevgera Civaka Demokratîk Welat Hesekê û endamê rêveber ê Meclîsa Navçeya Til Hemîsê Ehmed Şatî.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û destnîşan kirin ku şehîdan di rêya azadî û rûmeta welat de û ji bo parastina nirxên madî û manewî canê xwe feda kirine.

Her wiha axaftvanan soza şopandina rêya şehîdan û berdewamkirina berxwedanê heta serkeftinê dan.

Piştî axaftinan, Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameyên 6 şehîdên Hêzên Sûriye Demokratîk ên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne eşkere kirin.

Navên şehîdan wiha ne: Luey Ebdulrehman (Nîdal Hesekê), Mişel Mehbûb( Esmer Hesekê), Wesîm Umeyr (Seydo Hesekê), Ehmed El-Tarîf (Qehreman Hesekê), Mihemed Şindî ( Agirî Hesekê) û Mehmûd Şindî (Kendal Hesekê).

Piştre endama rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan wesîqeyên şehadeta şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Girseya gel cenazeyên şehîdan Emîr û Şêrgo di nav tilîliyên dayîkan de û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re veşartin.