Cenazeyên 4 şervanên azadiyê li Qamişlo û Dêrikê hatin veşartin

Welatiyên bajarê Dêrik, Girkê Legê û Qamişloyê, cenazeyên 4 şervanên azadiyê bi merasîmekê veşartin.

DÊRIK

Welatiyên bajarê  Dêrik û Girkê Legê cenazeyên şervanên YPG′ê Îsa Xelîl (Sabir Cûdî) û Mihemed Emîn Exûs (Kanîwar Avaşîn) ku di operasyona rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbûn, ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Hevserokê Meclîsa Damezrîner a Federaliya Bakurê Sûriyeyê Mensûr Selûm, nûnerên Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, partiyên siyasî  û Saziyên Civaka Sivîl, beşdarî merasîmê bûn.

Li goristanê merasîmek leşkerî hat lidarxistin.Piştre Fermandarê YPG′ê Mihyedîn Xêrikî axivî, şervanên azadiyê yên di çeperên şer de silav kirin û soza şopandina rêya şehîdan nû kir.

Apê şehîd, Mihemed Xelîl jî got ku şehîd Sabir, sêyemîn şervanê ku ji bo azadiya welatê xwe, digihêje asta şehadetê.

Piştî axaftinan, nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyê wan li goristanê hatin veşartin.

QAMIŞLO

Welatiyên bajarê Qamişlo jî cenazeyên şervanên  azadiyê Şadî Mihemed (Dawûd Sofî) û Yûsif Umer (Karker Şoreş) ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê wergirtin û ber bi goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve, ketin rê.

Li goristanê deqeyek rêz hat girtin û merasîmeke  leşkerî hat lidarxistin. Piştre Fermandara YPG/YPJ′ê Evîndar Qamişlo û Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo Hêvî Seyid axivîn, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwestin û soza şopandina rêya wan da.

Bavê şehîd Dawûd Sofî ji axivî û got ku bi qasî bi şehadeta kurê xwe xemgîn e, ewqasî jî serbilind e û wiha domand: ″Ez sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan û tevahî gelê Sûriyeyê û hevalên şehîd Dawûd re dixwazim. Em li pêşiya cenazeyên wan soza domandina têkoşînê nû dikin.″

Apê şehîd Karker, Mihemed Seîd li ser jiyana şehîd axivî û wiha got: ″Şehîd Karker ji destpêka şoreşê ve beşdarî xebatên parastina welatê xwe bû, di şer de birîndar jî, lê dîsa bi israr têkoşîna xwe domand. Em soza şopandina riya cangoriyên azadiyê didin.

Di dawiyê de nasnameyên herdu şehîdan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên şervanan bi tilîlî û dirûşmeyan li goristanê hatin veşartin.