Cenazeyê şervanên YPG’ê Dijwar û Sîpan spartin axê
Welatiyên herêma Dêrikê cenazeyê şervanên YPG’ê Mihemed El-Dehş û Mihmed Cernaf bi merasîmekî bi heybet li Goristana Şehîd Xebat Dêrik spartin axê.
Welatiyên herêma Dêrikê cenazeyê şervanên YPG’ê Mihemed El-Dehş û Mihmed Cernaf bi merasîmekî bi heybet li Goristana Şehîd Xebat Dêrik spartin axê.
Bi sedan welatiyên herêma Dêrikê cenazeyê şervanên YPG’ê Mihemed El-Dehş (Dijwar Girkê Legê) û Mihemed Cernaf (Sîpan Dera) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, ji nexweşxaneya Wetanî wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ketin rê.
Li goristanê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û şervanên YPG, Hêzên Asayîş û Erka Xweparstinê merasîmekî leşkerî lidarxist. Li ser navê fermandariya YPG’ê Hawar Dêrik, Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Mensûr El-Selûm û li ser navê Hêzên Senadîd Şêx Şêwêş El –Aasî axivîn.
Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê li dijî dagirkeran hate silavkirin.
Piştî axaftinan nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Gel darbesta şehîdan li ser milê xwe kir û bi dirûşmeyên azadiyê spartin axê.