Cenazeyê şervanê YPG’ê Yûsif hate veşartin

Welatiyên Amûdê cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Yûsif (Can Amûdê) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Îsmaîl Hogir veşartin.

Bi sedan welatiyên navçeya Amûdê ya Qamişlo cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Yûsif (Can Amûdê) veşartin yê ku li Hesekê dema bi erka xwe radibû şehîd bûbû.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî hate lidarixsitn. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Ziwer Elî axivî û diyar kir ku şervanên YPJ/YPG'ê bi têkoşîn û berxwedaniya xwe teqez dikin ku ew ji bo parastina gelan û hemû pêkhateyan amade ne.

Fermandarê YPG'ê Berxwedan Amûdê diyar kir ku şehîd Can ji rojên destpêkê yê şoreşa Rojava – Bakurê Sûriyeyê bi awayekî çalak beşdarî xebatên berxwedanê bûye û parastina gel û axa xwe kiriye. Piştre  belgeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd Can hate kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Can bi dirûşme û tilîliyên dayikan li goristanê hate veşartin.