Cenazeyê şervanê YPG'ê yê li Reqayê şehîd bû hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Ciwan Serêkaniyê yê li Reqayê şehîd bû, li Şehîdgeha Şehîd Rustem hate veşartin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Îbrahîm Ehmed (Ciwan Serêkaniyê), ku di 13'ê Hezîranê de di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bû, ji Nexweşxaneya Roj a li Serêkaniyê hate rakirin û birin Şehîdgeha Şehîd Rustem.

Piştî merasîma leşkerî ya li şehîdgehê, Elî Xelîl li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê axivî û diyar kir, gelên herêmê wê bi rengekî hevpar li dijî plan û êrîşên dijmin têbikoşin. Xelîl got, "Şehîdên me bi xwîna xwe axa welêt av dan. Em soz didin, ku em ê li ser şopa wan bin."

Ji fermandarên YPG/YPJ'ê Agirî Jiyan jî diyar kir, plan û êrîşên dijmin ên li herêmê roj bi roj zêde dibin û got, şervanên azadiyê li Reqayê her roj mohra xwe datînin binê serketinên mezin.

Piştî axaftinê, belgeya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiya merasîmê de cenazeyê Şehîd Ciwan li ber qîrîna dirûşman hate veşartin.