Cenazeyê şervanê YPG’ê Lezgîn hate veşartin

Welatiyên Qamişlo cenazeyê şervanê YPG’ê Ehmed Hacirî (Lezgîn Qamişlo) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.

Bi sedan welatiyên Qamişloyê cenazeyê şervanê YPG’ê Ehmed Hacirî (Lezgîn Qamişlo) ku dema li Qamişloyê li ser erka xwe şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Qehreman Mihemed Emîn, ji Fermandarên YPG’ê Mûstefa Qamişlo axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd û gelê Kurd re hate xwestin û dilsoziya bi şehîdan re hate vegotin. Li ser navê malbata şehîd Ehmed jî meta wî Menal Hacirî axivî û got ew bi şehîdê xwe serbilind in.

Piştre nasnameya şehadetê ya şervanê YPG’ê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Girseya gel cenazeyê şervanê YPG’ê bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşart.