Cenazeyê şervanê YPG’ê Kendal Kobanê spartin axê

Gelê Kobanê bi merasîmekê bi heybet cenazeyê şervanê YPG’ê Şahîn Seydo (Kendal Kobanê) li Goristana Şehîd Dîcle Kobanê spartin axê.

Welatiyên Kobanê cenazeyê şervanê YPG’ê Şahîn Seydo (Kendal Kobanê) ku dema li ser peywira xwe di 14’ê Sibatê de li Girê Spî di encama qezayekî trafîkê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle Kobanê spartin axê. Li aliyê din di merasîma oxirkirinê jina ciwan a bi navê Ronahî XelÎl navê Avesta Xabûr li xwe kir û beşdarî nava refên YPJ’ê bû.

Li goristanê ji bo biranîna şehîdên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û şervanên YPG/YPJ merasîmekî leşkerî lidar xistin. Piştre ji fermandarên YPG‘ê Zerdeşt Kobanê axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Kobanê di axaftina xwe de bal kişand ser komploya 15‘ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 19 sal li ser re derbas bûn û anî ziman ku armanca wê ew ku îradeya gelê kurd bişkîne û wiha got: “Komplo bi berxwedaniya Îmralî û xwîna şehîdan hate pûçkirin. Li Efrînê jî şagirtên Ocalan li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê destanên qehremaniyê dinivisîin.”

Hevserokê Meclîsa TEV-DEM‘ê ya kantona Kobanê Ehmed Şêxo jî got:“Rêya azadiyê girtîbû û fatoreya wê giranbûha ye. Rêber Ocalan ev rê ji me re vekir û têkoşerên me ketin ser wê şopê.”

Nasnameya şehîd Kendal ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ronahî Ehmed ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di merasîm de her wiha ciwana bi navê Ronahî Xelîl navê Avesta Xabûr hilgirtin tevlîbûna xwe nava refên YPJ‘ê ragihandin.

Girseya gel cenazeyê têkoşer Kendal bi dirûşmeyan spartin axê.