Cenazeyê şervanê YPG'ê Heyder Şedadê bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê şehîdê Pêngava Bagera Cizîrê Heyder Şedadê li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê bi merasîmekê hate veşartin.
Cenazeyê şehîdê Pêngava Bagera Cizîrê Heyder Şedadê li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê bi merasîmekê hate veşartin.
Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şervan Ûsama El-Seho (Heyder Şedadê) ji Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û birin goristana şehîdên Şedadê.
Li dû merasîma leşkerî ya li goristanê, ji fermandarên YPG'ê Elî Hemed axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got, şehîd ew in ku ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda dikin. Elî soz da ku wê heta dawiyê li ser şopa şehîdan bin.
Paşê nasnameya şehîd ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.
Cenazeyê şehîd heyder Şedadê li ber dirûşma "Şehîd namirin" û tilîliyan hate veşartin.