Cenazeyê şervanê YPG’ê El-Xanim hate veşartin
Şêniyên Kantona Qamişlo, cenazeyê şervanê YPG`ê Wesam El-Xanim (Serxebûn Qamişlo) ku li Reqayê şehîd bibû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan, veşartin.
Şêniyên Kantona Qamişlo, cenazeyê şervanê YPG`ê Wesam El-Xanim (Serxebûn Qamişlo) ku li Reqayê şehîd bibû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan, veşartin.
Bi sedan şêniyên Kantona Qamişlo cenazeyê şervanê YPG’ê Wesam El-Xanim (Serxebûn Qamişlo) ji Mala Gel a taxa El-Enteriyê wergirtin û bi karwaneke wesayîtan berê xwe dan Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo.
Li goristanê, merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanan ve destpê kir. Piştîre jî bavê şehîd Serxebûn Qamişlo, Elî Ebd El-Xanim axivî û got: “Min kurê xwe fedayî vî welatî ku cudahî naxê di navbera gelê Kurd, Ereb û Suryan de, kir. Em hemû amade ne ku di rêya şehîdan de bimeşin û xwîna xwe ji bo vî welatî bidin.”
Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Hêvî El-Seyd jî axivî û bi xêrhatina beşdaran kir û sersaxî ji malbata têkoşer re xwest.
Cîgirê Hevserokatiya Desteya Parastinê, Ayid Îbrahîm jî axivî û destnîşan kir ku wan bi rêya şehîdan pêvajoyên hesas derbas kirine û gelê herêmê bû yek.
Piştî axaftininan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê, hate kirin.
Di dawiya merasîmê de , li gel dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re, cenazeyê têkoşer Serxebûn Qamişlo li rex hevreyên xwe hate veşartin.