Cenazeyê şervanê YPG’ê El-Elî hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Elî El-Elî yê li Dêra Zorê şehîd bibû, bi marasîmekê li Goristana Şehîd Mehmûd Teîmê hate vşartin.

Bi tevlîbûna sedan kesî li Kantona Girê Spî cenazeyê şervanê YPG‘ê Elî El-Elî bi nasnav Elî yê ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’de li gundewarê Dêra Zorê şehîd bûbû, li Goristana şehîd Mehmûd Teimê ya Girê Spî bi merasîmekê hate veşartin.

Merasîm bi deqeya rêzgirtina leşkerî ya ji hêla şervanên QSD'ê ve destpê kir.Piştre bi navên Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed El-Casim û Meclîsa Silûkê Hevserokê Meclîsê Ebid El-Hacî axaftin hatin kirin. Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwestin, soza şopandina rêya şehîdan dan.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwedin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ ve hate veşartin.