Cenazeyê şervanê YPG'ê Dijwar hate veşartin

Welatiyê herêma Dirbesiyê cenazeyê şervanê YPG'ê Hisên Elî Osman (Dijwar Qîrwewan) ku di Pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî veşartin.

Bi sedan welatiyên herêma Dirbesiyê wêneyên şehîd û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û cenazeyê şervanê YPG'ê Dijwar Qîrewan ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin. Girseya gel bi karwanekî wesayîtan berê xwe dan Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya li gundê Bekevirê.

Li goristanê ji aliyê şervanên YPG û YPJ'ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Bawend Gilo axivî û hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî.

Li ser navê YPG û YPJ`ê, Fermandar Agirî Cînda axivî û sersaxî ji malbata wî re xwest û  soza  şopandina rêya şehîdan careke din, dubare kir.

Piştî axaftinan nasnameya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Piştre cenazeyê Dijwar Qîrewan bi dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' û tilîliyên dayikan li goristanê hate veşartin.