Cenazeyê şervanê QSD’ê Necmedîn Fenûş hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Necmedîn Fenûş yê li Dêrazorê şehîd bibû, bi merasîmekî girseyî li Goristana Şehîd Dijwar hat veşartin.

Cenazeyê şervanê QSD’ê Necmedîn Fenûş (Ronî Hesekê) ê li Dêrazorê şehîd bibû, bi merasîmekî girseyî li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê hat veşartin. Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê tev li merasîma cenaze bû. Di merasîmê de gerîlayê HPG’ê Diyar Mêrdîn (Egîd Serdar) ê di 1’ê Tebaxa 2023’an de li Zapê şehîd bibû, hate bibîranîn.

Di merasîmê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Gulçîn Ehmed axivî û got: "Em di qonaxeke pir girîng re derbas dibin, hemû dewlet ji bo têkbirina projeya me ya demokratîk  û derxistina fitneyan di navbera pêkhateyan de bûne yek. Lê bi saya berxwedana gelê herêmê ev plan têk diçin."

Ehmed bal kişand bi ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker bi hemû derfetên xwe û bi çekên qedexekirî êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike da ku hêza gerîla lawaz bikin. Lê dewleta Tirk çi dike û çiqasî êrîşên xwe giran bike jî wê nikaribe gerîla têk bibe û berxwedana wan lawaz bike."

Ji fermandarêm Meclîsa Leşkerî ya Hesekê Alan Hesekê diyar kir ku tevî hemû êrîşên li dijî gerîlayên HPG'ê dîsa jî îradeya gerîlayan kêm nebûye û her diçe xurt dibe. Alan Hesekê got: “Daxwaza me zelal e, ew jî yekitiya xaka Kurdistanê ye. Em ji xiyaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re jî dibêjin êdî bes e."

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeyên şehîd Ronî Hesekê û Egîd Serdar xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Cenazeyê şehîd Ronî Hesekê bi tilîliyên dayikan û dirûmeyên "Şehîd namirin" hat veşartin.