Cenazeyê şervanê QSD’ê Muxtar hate veşartin
Welatiyên Tebqayê cenazeyê şervanê QSD’ê Hisên El-Ebid (Muxtar) bi merasîmekê li goristana şehîdan a Tebqayê veşartin.
Welatiyên Tebqayê cenazeyê şervanê QSD’ê Hisên El-Ebid (Muxtar) bi merasîmekê li goristana şehîdan a Tebqayê veşartin.
Bi sedan welatiyên Tebqayê cenazeyê şervanê QSD’ê Hisên El-Ebid (Muxtar) ku 27’ê Cotmehê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, ji Nexweşxaneya Wetanî ya Tebqayê girtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan a Tebqayê ve ketin rê.
Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ebdulkerî El Îbrahîm axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “ Bi çi gunehî zaroka bi navê Sara kuştin? Ma gelo Sara gef li ewlehiya dewleta Tirk dixwar wekî ku Erdogan îdia dike. Biratiya gelan çeka herî xurt a li dijî êrîşên dewleta Tirk e.”
Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Tebqayê Rewşen Hemê û Serokê Partiya Pêşerojê yê Buroya Tebqayê Musena Ebdulkerîm axivîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.
Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Girseya gel cenazeyê şervanê QSD’ê Muxtar bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşart.